Balafirên şer ên Îsraîlê li raserî Şamê firiyan

Balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê paytexta Şamê firiyan. Li Quneytirayê jî hêzên Îsraîlê ketin nava axa Sûriyeyê.

Balafirên şer ên Îsraîlê li raserî Şamê firiyan
12 kanûn, 2025   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê paytexta Sûriyeyê Şamê firiyan.

Li aliyekî din çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzeke artêşa Îsraîlê îro sibehê kete gundên Resim El Helebî, El Mişêrfa û Um Batina yên Qunetîrayê.