Li Îranê teqîn

Li Herêma Pîşesazî ya Germsarî ya Îranê teqînek mezin çêbû, tîmên agirkuj veguhestin cihê bûyerê.

Li Îranê teqîn
22 ÇILE, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Îranê beriya niha demek kurt li Herêma Pîşesazî ya Germsarî ya ser bi herêma Şihristanî ya Îranê teqînek mezin çêbûye.

Heman çavkaniyê ragihand ku piştî bûyerê tîmên agirkuj û beşa lezgîn ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Herwiha derbarê sedema bûyerê de heya niha ti agahî nehatiye belavkirin.