Li Xelatê guhertina Demografiya

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan anî ziman ku piştî 70 malbatên Tirkên Ahiskayî ku ji aliyê dewletê ve li Xelatê hatin bicihkirin, niha jî qala 3 hezar kesên din tê kirin û got: ‘’Ev yek tê wateya guhertina demografiya Xelatê.’’

 Li Xelatê guhertina Demografiya
22 ÇILE, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê DEM Partiyê ya Bedlîsê Huseyîn Olan di rûniştina asayî ya Meclîsa Giştî de got ku li Xelatê bicihkirina Tirkên Ahiskayî hemleyeke ji bo hilbijartinan e û ev yek midaxeleyeke metirsîdar e.

Huseyîn Olan ragihand ku parselên li Yenî Kopru ya Xelatê û derdora wê ji bo bicihkirina Tirkên Ahiskayî di civîna asayî ya Meclîsa Giştî de bêyî werin kontrolkirin û nîqaşkirin di du rojan de ji îmarê re hatine vekirin.

 Huseyîn Olan diyarkir ku erdê 152 donimî ku wê ji îmarê re were vekirin, ji erdê çandiniyê û mêrgan pêk tê û erdê 123 donimî ku li rex wî erdî ye, qada xwezayî ye ku hewce ye bê parastin. Huseyîn Olan her wiha destnîşan kir ew erdê xwezayî  çavkaniyên ava vexwarinê ya Xelatê jî dabîn dike û got ku beşek ji erdê ku ji îmarê re  hatine vekirin bêyî standina rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora Hawirdorê) yê gundiyên li wê herêmê ye.

BI LEZ Û BI PLAN TEVDIGERIN

Huseyîn Olan got ku di sala 2015'an de bi biryara Serokkomariyê 72 malbatên Ahiskayî anîn û li Xelatê bi cih kirin û ji aliyê TOKÎ'yê ve ji bo van malbatan xanî hatin çêkirin û ragihand ku vê carê dewlet plan dike ku 3 hezar koçberên Ahiskayî li herêmê bi cih bike. Olan got ku malbatên berbehs ji 500 û 600 kesî pêk tê û ev yek rasterast guhertina demografîk a Xelatê ye û diyar kir ku AKP bi van planên qirêj hewl dide di hilbijartinên herêmî de dengên xwe li herêmê zêde bike û nifûsa Kurdan li herêmê kêm bike.

Huseyîn Olan der barê vê mijarê de pêşnûmepirsek ji parlamentê re pêşkêş kir û ev yek anîn ziman: ‘’Xelat bajarekî Kurdan e, zêdebûna nifûsê wê eşkere ye. Dixwazin rasterast vê reseniya wê biguherînin. Gelekî bi lez û bi plan tevdigerin. Dixwazin li Kurdistanê bi van rêyên qirêj qadên nû ji xwe re vekin. Eşkere ye ku wê vê yekê li ser Xelatê bikin û ev gavên pêşîn in.’’