Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gur dibe

Rûsyayê, daxuyand ku bi şer hezar û 246 amûrên hewayî yên bêmirov xistine.

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gur dibe
28 mijdar, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku pergala parastinê ya hewayê, di şevekê de hezar û 246 amûrên hewayî yên bêmirov ên Ûkraynayê xistine. 

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin daxuyand ku bi zêdetirî 400 amûrçn hewayî yên bêmirov êrişî paytext Moskovayê hatiye kirin û ji van 123 heb li nêzî Moskovayê hatine xistin.

Waliyê Herêma Bryanskê jî daxuyand ku amûreke hewayî ya bêmirov a Ûkraynayê li gundê Klîmovoyê otobusek hedef girtiye û di êrişê de 9 kes birîndar bûne.

Waliyê Herêma Samarayê jî daxuyand ku Ukraynayê bi şev hewl daye êrişî tesîsên pîşesaziyê bike, lê di bûyerê de birîndar û mirî çênebûne.