Çalakiya greva birçîbûnê di roja 57’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 57’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 57’an de didome
22 ÇILE, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 57’an de berdewam dike. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan ji bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.