Li îranê di mehek de herê kên 80 kes hatine darvekirin

Li gorî rapora Dengê Binçavkiriyên Îranê di meha Cotmehê de bi kêmanî 80 kes hatine bidarvekirin û zêdetir 203 kes jî li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine binçavkirin û 7 kes jî hatine qetilkirin.

Li îranê di mehek de herê kên 80 kes hatine darvekirin
6 mijdar, 2026   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengê Binçavkiriyên Îranê têkildarî binpêkirinên mafê mirovan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya di meha Cotmehê de agahî da.

Hate ragihandin ku di meha Cotmehê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 80 kes li girtîgehên cuda cuda yên Îranê hatine bidarvekirin ku 4 ji van girtiyên siyasî bûn.

Di rapora hate belavkirin de hate ragihandin ku zêdetirî 203 kes li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine girtin.  Hate diyarkirin ku ev kes piranî Kurd, Belûc, çalakvanên siyasî û sendîkavanin.

Her wiha di dirêjahiya raporê de hate gotin ku 7 welatî jî ji aliyê hêzên Îranê ve di dema serdegirtin û êşkenceyê de hatine qetilkirin.