Parlamentoya Tirkiyeyê Peymana Mekeyê erê kir

Civata Giştî ya Parlemantoya Tirkiyeyê, Peymana Mekeyê ere kir.

Parlamentoya Tirkiyeyê Peymana Mekeyê erê kir
6 mijdar, 2026   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlemantoya Tirkiyeyê projeya qanûna qebûlkirina Peymana Mekayê erê kir.

Ji partiya AKP’ê ya bi serokatiya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ji bo Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistan di aliyê ewlehiyê de destekê bidin hev, peyman hatiye îmzekirin. Her wiha ew li dijî dewletên dîtir şer nakin û dê hewl bidin şer li herêmê berfireh nebe.

Komîteya Kar û Barên Derve ya parlemantoyê hefteya derbasbûyî projeya qanûnê peymanê erê kiribû.

7`ê Tebaxê Erdogan, serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û emîrê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman Peymana Mekeyê îmze kiribû.

(np)