Hikumeta veguhêz êrişa li gundewarê Şamê şermezar kir

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişa Îsraîlê ya li bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê şermezar kir û bang li NY û Komkara Erebî kir.

Hikumeta veguhêz êrişa li gundewarê Şamê şermezar kir
28 mijdar, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê şermezar kir.

Wezaretê daxuyand ku şêniyan bersiva êrişê dan û şer derket, di encamê de jin û zarok jî di nav de bi zêdetirî 10 sivîl hatin kuştin.

Wezaretê êriş bi "Hovane û xetere" bi nav kir û destnîşan kir ku Îsraîlê berpirsa vê rageşiyê ye.

Wezaretê hişyarî da ku berdewama êrişan gefan li ewlehiya herêmê dixwe û bang li Neteweyên Yekbûyî û Komara Ereban kir ku berpirsyariya xwe ya rawestandina êrişên li ser xaka Sûriyeyê bi cih bînin.

Li gorî SOHR’ê, di encama êrişa Îsraîlê û pevçûnên li Beyt Cin de 13 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

(bb)