Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan

Rêxistina HÊZ û Yekitiya Jinên Ermen der barê awayên pêşîgirtina li penceşêra memikan de li Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
Der barê penceşêra memikan de agahî dan jinan
7 cotmeh, 2025   14:13
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ermen bi hevkariya Rêxistina HÊZ îro li navenda yekitiyê ya li Qamişloyê der barê nexweşiya penceşêra memikan û awayên pêşîgirtinê û girîngiya piştgiriya derûnî de çalakiyek li dar xist, jinên li bajêr û nûnerên saziyên civaka sivîl tev lê bûn.

Rêvebera Rêxistina HÊZ Ala Ahmed çalakî bi rê ve bir. Ala bal kişand ser girîngiya lênêrîna pêşwext ji bo pêşîgirtina nexweşiya penceşêra memikan. Ala da zanîn lênêrîna pêşwext dikare ji sedî 99 rewşên nexweşiyê baş bike.

Di çalakiyê de her wiha kar û barên xebat û xizmeta beşa penceşêrê ya Heyva Sor a Kurd hat nirxandin û hat gotin li Heyva Sor ji bo lênêrîna nexweşiyê xizmetên mamografi, ultrason, testên laboratîf, derman û piştgiriya derûnî tê pêşkêşkirin.

Ala Ehmed di dawiya çalakiyê de ji bo pêşîgirtina nexwşiya penceşêra memikan û awayên lênêrîna li malê hin hişyarî şîret û hişyarî dan.

(k)