Li Humsê krîza perwerdeyê kûr dibe

Li dibistanên Humsê hejmara xwendekaran zêde bûye û kêmbûna kel û pel û pirtûkan, krîza perwerdeyê kûrtir kiriye.

Li Humsê krîza perwerdeyê kûr dibe
27 mijdar, 2025   03:45
HUMS

Li bajarê Humsê û gundewarê wê zehmetiyên di qada perwerdeyê de kêm nabin. Pêvajoya perwerdeyê asteng dikin û bandorê li siberoja xwendekaran dikin. Tevî hewldanên pêşxistina vê qadê jî lê dîsa jî pirsgirêkên aborî û yên bingehîn nehatine çareserkirin.

Yek ji pirsgirêkên mezin ku roj bi roj zêde dibe, hedefgirtina mamosteyan e. Di vê mehê de 3 hewldanên hedefgirtina mezhebî li dijî 3 mamosteyan hatin kirin.

Li kêleka wê jî heqaretên xwendekaran ên li hemberî mamosteyan jî têkiliya her du aliyan lawaz dike û pêvajoya perwerdeyê asteng dike.

Li Humsê û gundewarên wê zirareke mezin gihaştiye avahiyên dibistanan û ev jî pêşî li wergirtina xwendekaran digire.

Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê hin gav wekî diyarkirina 3 dewaman, hatin avêtin lê ev jî bû sedema kurtkirina dema dersan û bandor li mamoste û xwendekaran kir.

Di aliyê lojîstîk de jî gelek kêmasî hene. Kursî, amûrên fêrkirinê, taqîgeh, sobe û sotemeniya germkirinê li gorî pêdiviyên xwendekaran gelekî kêm in.

Di aliyê peydakirina pirtûkan de jî kêmasî hene. Xwendekar neçar dibin pirtûkên kevn bi kar bînin. Bi ser de jî zêdebûna qutbûna kehrebeyê fêrbûna dîjîtal asteng kiriye.

Girêdayî wê, pirsgirêka avê û kanalîzasyonê jî mezin e, nexasim ku hejmara xwendekaran di her dibistanekê de zêde ye.

Rewşa mamosteyan jî ji ya xwendekaran ne baştir e. Ew jî ji ber kêmbûna mûçeyan û zêdebûna lêçûna jiyana rojane gelek zehmetiyan dikişînin.

Gelek mamoste dibêjin ku ew êdî neçar dibin li karekî duyemîn bigerin, ev jî bandorê li karê wan ê di dibistanê de dike. Her wiha tunebûna perwerdeyan ji bo mamosteyan jî nahêle rêbazên nûjen ên fêrkirinê derbasî dibistanan bibin.

Li kêleka wê jî ev yek bandorê li berhemdayîna xwendekaran jî dike û gefê li derfetên wan ên pêşerojê dixwe.

Di encama van pirsgirêkan de, gelek xwendekar neçar dibin dev ji xwendinê berdin û ji bo ku alîkariya malbatên xwe bikin, berê xwe bidin kar.

Li deverên gundewarî wekî Qisêrê, di her fêrgeheke dibistanê de zêdetirî 60 xwendekar hene, ev jî ji ber kêmbûna amadekariyan e. Pêwistiya gelek gundan bi çaksazkirin û amadekirina dibistanên amadehî heye da ku barê xwendekaran ê çûn û hatinê were sivikkirin.

Li hemberî vê rewşê şênî banga danîna planên lezgîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikin.

Berpirsekî Rêveberiya Perwerdeyê ya Humsê da zanîn ku 317 dibistanên zirardî, ji wan 20 hatinê sereastikin û 40 din bi însiyatîfa şêniyan tên amadekirin û ên din jî mane.

Pisporan diyar kir ku ji bo derbaskirina vê krîzê divê budceya amadekirin û çaksazkirina dibistanan were zêdekirin da ku hejmara xwendekaran di hundirê refan de kêm bibe, pirtûk û pêdiviyên dibistanan bi destpêka werzê re werin peydakirin, mûçeyên mamosteyan werin zêdekirin û perwerdekirina teknîkî li gorî pêdiviyên serdema heyî, were pêşxistin.

(mh)

ANHA