Li nexweşxaneya Siwêdayê xizmetên sereke 5 meh e rawestiyane

Li nexweşxaneya Siwêdayê ev 5 meh e ji ber gulebaranê, zêdebûna zextê û tunebûna kehrebeyê cîhazên tomografiyê û gelek xizmetên din rawestiyane.

Li nexweşxaneya Siwêdayê xizmetên sereke 5 meh e rawestiyane
27 mijdar, 2025   05:10
SIWÊDA

Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Siwêdayê ev 5 meh e cîhazên tomografiyê ji xizmetê derketine. Berpirsên nexweşxaneyê diyar kir ku cîhaz di pevçûnên Tîrmeha borî de ji ber guleyên ku lê ketine, ji xizmetê derket.

Rêvebera beşa çaksaziyê ya nexweşxaneyê endezyar Xufran El Hecar ji ajansa me re diyar kir ku di 14'ê Tîrmeha 2025’an de cîhaz ji xizmetê derket. El Hecar da diyar kir ku berê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve dihat çareserkirin, lê niha tu rêbaz ji bo çaksazkirina cîhazê tune ne.

Xufranê diyar kir ku cîhaza tomografiyê jî ji ber xebitîna wê ya zêde, nexasim ku hejmara qurbaniyên êrişa hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûn. Ev cîhaz ji bo nexweşan gelekî girîng in, rawestina wan jî barê welatiyan giran dike û wan neçar dike ku berê xwe bidin navendên taybet û ji 800 hezar heta milyonek û nîvek lîreyên Sûriyeyê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Tîrmehê de pevçûn di navbera hêzên hikumeta veguhêz û Parêzvanên Neteweyî yên Durzî de derketin. Piştî destwerdana Îsraîlê agirbest bi çavdêriya navneteweyî hat ragihandin. Lê di pevçûnan de bi sedan sivîl hatin kuştin û revandin û malên wan hatin talankirin.

(mh)