Ji ber nexweşiyên mewsimî û kêmbûna vaksînan li Qamişloyê sewaldarî kêm dibe

Bijîşkê Veterîner û Mûdîrê Bijîşkên Veterîner li Qamişloyê Enes Mihemed diyar kir ku sewaldariya li herêmê ji ber rewşa jîngehê û ya hewayê, kêmbûna vaksînan, belavbûna nexweşiyên veyrûsî û yên demsalê, rastî astengiyên tenduristî tê. Ev bandoreke neyînî li xwediyê sewalan wan dike.

3 tebax, 2026   04:55
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Ji ber bilindbûna rêjeya germahiyê di werzê havînê de jankêşiya xwediyên sewaldariyê li bajarê Qamişlo û bi taybet xwediyê xanên li taxa Cumaya zêdetir dibe. Niha jî nexweşiyên mewsimê yên Çêlekan belav bûye, ev jî dihêle ku hejmarek ji wan bimirin, ji ber nexweşiyê kîloyên wan dadikevin û pê re jî berhemdayîna wan kêm bibe. Bi vî awayî zirar dighêje xwediyê sewalan.

Kêmbûna vaksînan yek ji sedemên herî mezine ku rê li ber tedawîkirina ji nexweşiyan digire ye, ev sektor yek ji girîngtirîn jêderên debarê yê şêniyên herêmê ye, lê niha di sewaldariyê de hejmar kêm dibe, buhayê berhemên ajalan bilind dibe û girêdayî sewaldariyê berhem li sûkê jî kêm dibe.

Der barê mijarê de Bijîşkê Veterînerê û Mûdîrê Bijîşkên Veterînerê li Qamişloyê Enes Mihemed ji ajansa me re behsa rasteqîna nexweşiyên belavbûyî û sedemên wê, astengiyên li pêşiya sektor veterînerê kir.

NEXWŞIYÊN BELAV BÛNE

Enes Mihemed da zanîn ku xwezaya xwedîkirin ajalên zêde di xanan de, bi taybet di werzê havînê de jîngeheke guncaw ji bo belavkirina nexweşiyên cur be cur ava dike, divê bi awayeke rojane paqijî bê kirin û rêkarên parastina ji nexweşiyê hebin.

Enes Mihemed destnîşan kir ku nexweşiyên ku niha belav bûne, nexweşiyên parazîtî yên mewsimî ne û ew gelek mehan dewam dike. Piraniya xwediyê sewalan têkildarî vê nexweşiyê bûne xwedî zanebûnek. Nexweşiyên veyrûsî bi awayeke baş bi tedawîkirinê zû ji holê nayên rakirin, lê vaksîn wesîleya herî baş e ji bo rêgirtina ber nexweşiyên veyrûsî.

Enes Mihemed diyar kir ku nexweşiyên veyrûsî ev 2 salin li herêmê belav bûne bi navê (El Hima El Qilayî, Îltîhab El Cild El Iqedî, El Hima El Nezfiya) ne.

HEJMARA XWEDIYÊ SEWALAN KÊM DIBE

Enes Mihemed destnîşan kir ku ji ber astengiyên tenduristî û aborî yên xwediyê xanan, hejmara xwediyê sewalan li bajêr bi awayeke berbiçav di van salên dawî de kêm bûye. Her wiha nexweşî belav bûne, lêçûna xwedîkirinê zêde bûye û ev dihêle ku zirar bê dîtin.

Enes Mihemed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku parastina sewaldariyê bi awayeke sîstematîk vaksînan dixwaze, divê asta parastinê di xanan de zêde bibe, rêkarên tenduristî û paqijiya rojane bê danîn.

(sb)

ANHA