Li Humsê dikanek hat şewitandin

Li bajarê Humsê dikana welatiyekî destpêkê hat şêlandin, piştre jî hat şewitandin.

Li Humsê dikanek hat şewitandin
18 mijdar, 2025   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Kerem El Zeytûn a Humsê kelûpelên dikanekê hatin talankirin û piştre hat şewitandin.

Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hejmarek ciwanên li tax kom bûne, dikana welatiyekî ji taîfeya (mezheb) Murşidiyê talan kir, piştre jî şewitand. Li gorî agahiyên SOHRˊê vê bûyerê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Ev bûyer, piştî 24 saetan ji 2 êrişên bombeyî yên li dijî 2 malên li taxa Kerem El Zeytûn pêk hat. Di encama wan êrişan de zirarên madî yên mezin çêbûn, lê tu windahiyên mirovî nehatin tomarkirin.

SOHRˊê diyar kir ku êrişên li dijî taîfeya Murşîdiyê dubare dibin û metirsiyên li ser berdewamkirina van êrişan û belavbûna tirsê di nava şêniyan de zêde dibin.

(fr)