Xêro Ebas serdana Rêveberiya Xweser kir

Hunermend Xêro Ebas serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Xêro Ebas serdana Rêveberiya Xweser kir
18 mijdar, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Xêro Ebas serdana Navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê kir. Di hevdîtinê de hevserokên Meclisa Rêvebera a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hesen Osman, cîgirên wan Turfe Osman û Hesen Koçer hebûn.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û herêmê, zehmetiyên rûbirûyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola hunerê di gihandina dengê gelan de û geşkirina çanda mozaîka civakî hatin nîqaşkirin. Li kêlek wê jî girîngiya parastina mîrasa hunerê, ku hêmana bingehîn û nasnameya neteweyî, hat nîqaşkirin.

Hevserokatiyê sazûmaniya Rêveberiya Xweser û mekanîzmayên xebatê pêşkêş kirin û destnîşan kir ku ew pransîba temsîlkirina adilane ji bo tevahî pêkhateyan û xebata bi ruhê komî pêk tînin, li kêlek wê jî pergala hevserokatiyê û rola wê di pêşxistina rêgezên demokrasî û wekheviyê de hat şîrovekirin.

Hunermend Xêro Ebas jî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêmê û heyraniya ezmûna siyasî û demokratîk li herêmê anî ziman û diyar kir ku ew piştgiriyê dide vîzyona bi armanca avakirina civakek demokratîk û azad a li ser bingeha edalet û azadiyê.

Serdan bi girîngîdayîna hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo parastina destkeftiyan û pêkanîna hêviyên wan ên demokrasiyê, bi dawî bû.

Xêro Ebas ji gundê Digirê yê dikeve navbera Qamişlo û Tirbespiyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek stranên wî hene. Bi dengê xwe yê xurt û xweşik navdar e.

(fr)