Li Humsê ajokarên tankerên sotemeniyê protesto kir

Nêzî 500 ajokarên tankerên sotemeniyê li bajarê Humsê protesto kir, daxwaza pêkanîna edaletê di pergala barkirina sotemeniyê û pabendbûna dora şîrketa sotemeniyê pijirandî de kir.

Li Humsê ajokarên tankerên sotemeniyê protesto kir
15 sibat, 2026   17:26
HUMS

Hejmarek ajokarên tankerên sotemeniyê li Qada Saetê ya Nû ya bajarê Humsê protesto kir. Ajokaran bang li aliyên eleqedar kir ku di pergala barkirina sotemeniyê de edaletê pêk bînin, pabendî rola ku şîrketa sotemeniyê biryara wê daye be, zêdegaviyên bandora li maf û zirqê wan dikin bişopînin.

Ajokarên ji gelek bajaran tev li protestoyê bûne got pêwîstî bi vekirina lêpirsîna zêdegaviyên ku tên îdiakirin şîrket pêk tînin heye. Ajokaran banga pêkanîna qanûnan ji bo hemûyan bêyî îstîsna kir.

Ajokaran da zanîn ku tevliheviya di bicihanîna talîmatan de bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike û gefan li hezanan malbatên ku weke jêdera qûta sereke pişta xwe didinê dike. Ajokaran anî ziman ku para wan ji barê trênê yê veguhastina fiyolê ji bo stasyonên parzûnkirinê ji sedî 50 ye, lê ew tenê nêzî ji sedî 10ˊan werdigirin.

Ajokaran got ji çend mehan ve mûçeyên wan nehatine serfikirin, ev jî zextên aborî yên mezin li ser wan çêdikin. Nêzî hezar tankerî zirar ji van pirsgirêkan dîtine û şîrka "Bewabe El Zehebiye" ya girêdayî Koma El Qatircî yek ji şîrketên zêdegaviyan dike ye.

(fr)