Li Şamê bijîşkên Nexweşxaneya Muwasat protesto kir

Bijîşkên Nexweşxaneya Muwasat a Şamê û yên nenxweşxaneyên dîtir li ser kêmkirina mûçeyên wan ji milyonek û 700 hezarî bo 800 hezarî protesto kir û daxwaza lêvegera biryarê kir.

Li Şamê bijîşkên Nexweşxaneya Muwasat protesto kir
15 sibat, 2026   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bijîşkên Nexweşxaneya Muwasat a Şamê li kêleka bijîkên nexweşxaneyên dîtir li hemberî biryara kêmkirina mûçeyên wan ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî proptesto kir. Wezaretê mûçeyên bijîşkan ji milyonek û 700 hezarî daxist 800 hezarî.

Bijîşkan nerazîbûn û hêrsa xwe li hember vê biryarê nîşan da û got mûçeyên nû ne li gorî rewşa debarê û mesrefê ne û berpirsiyara li ser milê kadroyên tibî nîşan nadin.

Bijîşkan bang li aliyên eleqedar kir ku biryarê di ber çavan re derbas bikin, rewşa karkerên beşa tenduristiyê baş bikin û hişyarî li ser bandorên berdewama hilweşîna şert û mercên jiyanê da.

(fr)