Şandeya DEM Partiyê sibe diçe Îmraliyê

|Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re sibe diçe Girava Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê sibe diçe Îmraliyê
15 sibat, 2026   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re biçe Girava Îmraliyê. Hat zanîn ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol dê di şandeyê de cih bigirin.

Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji wê dîrokê heta niha li Girava Îmraliyê tu hevdîtin nehatine kirin.