Li Hollandayê 15 kes bi tohmeta propagandaya DAIŞ’ê hatin girtin

Hollandayê 12 jê sûriyeyî, 15 kes bi tohmeta li ser medyaya dijîtal propagandaya DAIŞ`ê dikin, girtin.

Li Hollandayê 15 kes bi tohmeta propagandaya DAIŞ’ê hatin girtin
11 sibat, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgeriya Giştî ya Hollandayê têkildarî girtina 15 kesan daxuyanî da û diyar kir ku wan 15 kes bi tohmeta propagandayê DAIŞ`ê girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji kesên hatine girtin 12 sûriyeyî hene ku nasnameya Hollandayê wergirtine.

Her wiha hate diyarkirin ku kesên hatine girtin di navbera 16-53 saliyê de ne.

Dozgeriyê destnîşan kir ku wan par hinek agahî li ser hesabên Tiktokê girtine û piştî lêpirsîn kirine, 20’ê Kanûna 2025`an berpirsê vê şebekeyê girtine.

Li Hollandayê derdora 150 hezar sûriyeyî hene. Sala 2023`yan 27 hezar sûriyeyiyan belgeya bicihbûnê ya demkî wergirtine û piştre jî gelek ji wan nasnameya Hollandayê bi dest xist.