Li Reqayê pevçûn: Çekdarekî hikumeta demkî hat kuştin

Li Reqayê di navbera komeke çekdar û hêzên hikumeta demkî de şer derket. Li gorî agahiyan, çekdarekî hêzên hikumetê hat kuştin û birîndar jî hene.

Li Reqayê pevçûn: Çekdarekî hikumeta demkî hat kuştin
11 sibat, 2026   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, li taxa Şueyb a bajarê Reqayê di navbera çekdarên ser bi hikumta demkî ve û komeke çekdar de pevçûn derket.

 Di encamê de çekdarekî hikumeta demkî hat kuştin û birîndar jî hene.

Sedema pevçûnê û koma çekdar nehatin naskirin.

Piştî êrişê li bajar alozî derket.

(bb)