Li Holê rêjeya barîna baranê gihaşt 37 mm’yî

Di 24 saetên dawîn de li kantona Cizîrê rêjeya baraneke zêde barî. Li bajarokê Holê rêjeya wê gihaşt 37 mm’yî.

Li Holê rêjeya barîna baranê gihaşt 37 mm’yî
4 mijdar, 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gund, bajarok û bajaraên kantona Cizîrê bi rêjeyên cuda baran barî.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, herî zêde li bajarê Holê (37 mm) û herî kêm jî li bajarên Amûdê û Dêrikê (4 mm) baran bariye.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê rêjeya barîna baranê di 24 saetên borî de wiha ye:

Dêrik, 4 mm
Zihêriyê, 7 mm
Hîmo, 5 mm
Amûdê, 4 mm
Tirbespiyê, 10 mm
Qamişlo, 6,2 mm
Til Koçer, 11 mm
Dirbêsiyê, 11 mm
Çilaxa, 21 mm
Ebû Qesayb, 21 mm
Til Hemîs, 16 mm
Til Birak, 13 mm
Til Elo, 20 mm
Hesekê, 6,5 mm
Hol, 37 mm
Um Medfee, 7 mm
Til Beyder, 15 mm
Şedadê, 13 mm
El Erîşa, 11 mm
Mergeda, 5 mm

(k)