Li Îranê helîkopterek ket: Efserek û pîlot mirin

Li başûrê rojhilatê Îranê ji ber ketina helîkopterekê efserekî Artêşa Pasdaran û pîlot mirin.

Li Îranê helîkopterek ket: Efserek û pîlot mirin
4 mijdar, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), helîkoptereke hêzên hewayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê li herêma sînorî ya başûrê rojhilatê Îranê qeza kir û ket xwarê.

IRNAˈyê diyar kir ku di qezayê de fermandarê Tugeya Nînewa ya parêzgeha Gulistanê Hemîd Mazenderanî û pîlotê helîkopterê mirine.

(bb)