CHP hikûmeta AKP/MHP hişyar kir: Êdî dema gotinê diqede

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û şaredarê Stanbolê Ekrem Îmamoglu têkildarî tayînkirina qeyûman helwest nîşan dan. Ozel hikûmeta AKP/MHP hişyar kir û got: “Êdî dema gotinê diqede.”

CHP hikûmeta AKP/MHP hişyar kir: Êdî dema gotinê diqede
4 mijdar, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir ê dewleta Tirk a dagirker îro (04 Mijdar 2024) di danê sibehê de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê kir. 

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de didomin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê daxuyanî da û bertek nîşan dan. Tê payîn ku di saetên pêş de Ozgur Ozer biçê Mêrdîn û Êlihê.

OZEL: ÊDÎ GOTIN DIQEDE

 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, li ser hesaba xwe ya X’ê ev peyam parvek Kir: “Îro di danê sibehê de li Ahmet Turk ê dema li Tirkiyeyê qala aştiyê tê kirin yek ji wan siyasetmedarên ji ewil tê bîra her kesî ye û du hevşaredarên din qeyûm hate tayînkirin. Em bi îktîdareke ku ji tiştên ev çendek roj in diqewimin qet ders negirtî, ya guh nade tu tiştan, ya şaredariyên di hilbijartinê de bi dest nexistî desteser dike, ya siyasetmedarên nekarî têk bibe hewl dide bi darbeyê ji peywirê digire,  xwedî mejiyeke xerab, dilekî xerab û bêşerm re rû bi rû ne. Ez hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede. Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi hewce bike dê were kirin.”

ÎMAMOGLU: ÎKTÎDARÊ ÊDÎ KONTROLA XWE WINDA KIR

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû li ser hesaba xwe ya X’ê ev peyam parve kir: “Ahmet Turk hêj hefteyek berê li gel Cîgirên Serokkokmar du malbat li hev anî û vê hefteyê jî bû terorîst. Di demokrasiyan de domdariya îradeya hilbijêran esas e. Heke kesên hatin hilbijarti ji peywirê bên girtin, divê kesek ji Meclisê were hilbijartin. Rayeya bijartinê tenê aydê hilbijêran e û nayê dewrkirin. Ez ê îşev ji Qahîreyê vegerim ku ji bo civîneke Habîtatê ya NY’ê hatibûm. Ez ê sibe Encumeniya TBB’ê bi awayeke awarte bicivînim.”

OZEL DÊ BIÇÊ MÊRDÎN Û ÊLIHÊ

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê piştî nîvro biçe serdana Êlih û Mêrdînê. Turk, wiha got: “Heke rewşeke cuda çênebe dê saet di 3’yê de ji Stenbolê bê Êlihê. Di balafira Êlihê de cih peyda kirine. Li bendê ne ku derdora saet 5’an jî li vir bin.”