Li Hewlêrê dronek ket xwarê

Vê êvarê dronek xwekuj li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya bajarê Hewlêrê yê Başûr kete xwarê, di encamê de li cihê bûyerê şewat derket.

Li Hewlêrê dronek ket xwarê
9 adar, 2026   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, piştî ragihandina pêla 32’yemîn ya êrişên Îranê li dijî Îsraîl û Amerîkayê, dronek li sînorê Hewlêrê kete xwarê.

Hate zanîn ku kêliyek beriya niha droneke xwekuj li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kete xwarê û di encamê de li cihê bûyerê şewat derket.