ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2026
10 adar, 2026   02:00

Malbatên dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest dosyaya dîlgirtiyan di zûtirîn demê de were çareserkirin û dîlgirtî werin berdan.

Jinên ji bajarê Çilaxayê hewldanên dûrxistina YPJ'ê ji artêşê red kir û diyar kir ku ev hewldan înkarkirina rola girîng a YPJ'ê ya parastina herêmê û jinan a ji êrişan e. Jinan got hebûna YPJ'ê di artêşê de pêdiviyeke ewlehî û civakî ye.

Parlamenterê denmarkî Per Clausen kar û barên Sûriyeyê dişopîne, diyar kir ku divê dorpêçkirina Kobanê bi dawî bibe û kesên ku ji sûcên li dijî sivîlan berpirsiyar in werin darizandin.

Hevseroka MSDˊê diyar kir ku di çarçoveya misogerkirina ewlehî, rûmeta şêniyan û vegerandina mal-milkên wan de pêwîst e hemû koçberan vegerin û hişyarî da ku her binpêkirinek li dijî kesên ku di koma yekem a koçberên ji Efrîn vedigerin de dikare wê bandorek neyînî li ser pêkanîna peymanê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Dêrikê cenazeyên şervanên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyên 5 şehîdên QSDˊê û YPJˊê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê li dijî tayînkirina berpirsê Kobanê yê ne ji xelkê herêmê ye çalakiyeke xwepêşandanekê li Qada Jina Azad li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN