Koma yekemîn a koçberên Efrînê gihaşt warê xwe

Piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê gihaştin warê xwe û bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Koma yekemîn a koçberên Efrînê gihaşt warê xwe
10 adar, 2026   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, duh koma yekemîn a koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe bi rê ketibûn.

Koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêk tê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê duh ber bi warê xwe ve bi rê ketibûn

Karwanê koçberan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bûn û di saetên berbanga îro ve gihaşt Efrînê.

Koma piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi stran û dahol û zireniyê gi girseyî hat hat pêşwazkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihandibû ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê  ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here.

Mehmûd Xelîl ku bi komê re bû, ji çapameniyê re got xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de, tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin.

(bb)

ANHA