Li Hewlêrê bi hezaran kesî bang kir: Bijî Berxwedana Rojava

Bi hezaran welatiyên Hewlêr ku daketibûn qadan piştgiriyek xurt da Rojavayê Kurdistanê.

Li Hewlêrê bi hezaran kesî bang kir: Bijî Berxwedana Rojava
30 ÇILE, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê bi hezaran welatiyên li pêşiya Kelha Hewlêrê li hev kom bibûn piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Di meşê de bê navber diruşmên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke” û “Rojava Rojhilat, Kurdistan Yek Welate” hatin qîrkirin. Girseyê bi seatan piştgiriya berxwedana Rojava kir û daxuyandin ku dê heta dawiyê bi têkoşînê re bin. Her wiha welatiyan xwest ku têkoşîn bi her alî ve bê mezinkirin.