Fransa, Brîtanya û dîplomatên navneteweyî lihevkirina QSD û hikumeta demkî pêşwazî kir

Fransa, Brîtanya û dîplomatên navneteweyî lihevkirina QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşwazî kir, weke gava girîng a kêmkirina rageşiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna aramiyê bi nav kir.

Fransa, Brîtanya û dîplomatên navneteweyî lihevkirina QSD û hikumeta demkî pêşwazî kir
30 ÇILE, 2026   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa, Brîtanya û dîplomatên navneteweyî peymana di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatiye îmzekirin, pêşwazî kir bi gava girîng a kêmkirina rageşiyê û pêkanîna zemîna aramî û yekitiya Sûriyeyê bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Parîsê peyman pêşwazî kir û got wê bi awayekî aktîf navbeynkariya danûstndinên di navbera hemû aliyan de kir, ev pêşketin wê sînorekê ji bo kêmkirina êrişan deyne, rê li ber ji nû ve veguhastina aştiyane ya ber bi Sûriyeya yekgirtî û pirrengî vedike.

Wezaretê bang li her du aliyan kir ku pabendî peymanê bin, nemaze jî rêz li agirbestê bigirin.

Dîplomatê berê yê Amerîkayî Zalmay Xelîlzada peymana nû ya di navbera her du aliyan de wekî pêşketinek erênî bi nav kir, îşareta bi rola girîng a ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di hêsankirina wê de lîstiye, digel beşdariya serokên Herêma Kurdistanê kir. Xelîlzada da zanîn ku divê bendên peymanê di wexta wê de pêk bên.

Parlamenterê Brîtanî Ferial Clarke pêşwazî li rêkeftinê kir û ew wekî xalek destpêkê ji bo kêmkirina aloziyê li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi nav kir. Clarke anî ziman ku her agirbestek ku sivîlan diparêze pêşwazîkirî ye, lê divê ew veguhere xebatên berbiçav, di heman demê de parastina maf û ewlehiya civaka Kurd û pêkhateyên din ên li ser erdê misoger bike.

Parlamenterê Brîtanî û Wezîrê Dewletê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Falconer ragihand ku Brîtanya pêşwaziya lihevkirina di navbera her du aliyan de kir û ew wekî gaveke girîng ber bi entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl û avakirina Sûriyeyeke aram û yekgirtî ve bi nav kir.

(fr)