Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin

Li bajarê Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê yên heftane, ku di meha Nîsanê de hatine destpêkirin, li taxa El Umran berdewam kir.

Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
Li Hesekê xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê berdewam dikin
15 tîrmeh, 2025   11:51
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Yekitiya Şaredariyan, Rêveberiya Jîngehê û komînên bajêr, di destpêka meha Nîsana îsal de xebatên paqijiyê û hişyarkirina jîngehê dan destpêkirin. Vê hefteyê ev xebat gihişt taxa El Umran a bajêr.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê ku başdarî xebatan bûye,  der barê girîngiya parastina paqijiya giştî wekî berpirsiyariyeke civakî axivî û banga hevkariyê di navbera sazî û şêniyan de kir, ku rewşa xizmetê ya bajêr bi pêş bixin.

Di xebatên vê hefteyê de kolanên taxa El Umran hatin paqikirin û şêniyên taxê der barê mijarên paqijiyê û parastina jîngehê de hatin agahdarkirin.

Kesên çavdêriyê vê xebatê dikin, spasiya şêniyan ji ber bersivdana wan kir û diyar kir ku ev xebat wê heta tevahî taxên bajêr werin paqijkirin, dewam bikin.

(k)