Îsraîlê li Siwêdayê tankek bombebaran kir

Radyoya artêşa Îsraîlê daxuyand ku balafireke şer a Îsraîlê li herêma Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê tankek hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kir. Hemwextî wê jî balafirên bêmirov li asîmanê bajêr digerin.

Îsraîlê li Siwêdayê tankek bombebaran kir
15 tîrmeh, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku îro, balafireke şer a Îsraîlê li bajarê Siwêdayê tankeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kir.

Hemwextî bombebaranê, balafirên bêmirov li asîmanê bajêr û gundewarê wî digerin, aloziya leşkerî û êrişa hêzên hikumeta veguhêz jî dewam dikin.

Ji çend rojan ve aloziyeke ewlehî û leşkerî li Siwêdayê rû dide, di nava komên xwecihî û hêzên hikumeta veguhêz de şerekî tund heye. Li gorî agahiyan, hêzên hikumeta veguhêz derbasî bajêr bûne, rewşa mirovî tevlihev e û pêleke koçberiyê heye.

(fr)