Li Siweydayê pevçûn didomin

Piştî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê ketin bajarê Siweydayê, hat ragihandin ku li nava bajar di navbera şervanên herêmî û van hêzan de şer didome.

Li Siweydayê pevçûn didomin
15 tîrmeh, 2025   12:33
SIWÊDA

Li herêma Siweyda ya li bajûrê Suriyeyê piştî şer û pevçînên ku ev çend rojin didomin û zêdetirî 250 kes hatin kuştin û birîndar bûn, hêzên hikûmeta veguhêz ketibûn bajar. Hat gotin ku li hinek taxên bajar pevçûn didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana ajansa me ji herêmê ragihandine li çend taxan şer heye.

Li aliyê di hinek hesabên dijîtal de dîmenên ku tê gotin ji Siweydayê hatine kişandin hatine belavkirin. Di dîmenan te tê dîtin ku heqaret li gel tê kirin û hinek cih jî hatine şewitandin.

(bb)