Li Hesekê û Dêrazorê daxwaza mûçeyan hate kirin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê, bi taybetî li Hesekê û Dêrazorê, karker û karmend daxwaza mûçeyên xwe û vegerandina kesên ji kar hatine dûrxistin kirin.

Li Hesekê û Dêrazorê daxwaza mûçeyan hate kirin
2 îlon, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ligel bangên ji bo aliyên hikumetê ku destwerdanê bikin û dosyayên asê mane çareser bikin, li parêzgeha Dêrazorê karker û karmendên şaredariyan li hejmarek bajarokên derketin xwepêşandanan û daxwaza serfkirina mûçeyên xwe yên derengmayî kir.

Ev xwepêşandan li bajarokê Curzî Şerqî, Ebû Herdob, Curzî Xerbî, Siwêdan, Dirnic hatin lidarxistin. Li kêleka wan jî karmendên Şaredariya Cidêdit Begara jî bi daxuyaniyekê banga çareserkirina dosyaya mûçeyên xwe kir.

Xwepêşandêran diyar kir ku mûçeyên xwe mafên wan in û destnîşan kir ku derengmayîna serfkirina wan rewşa jiyanî zehmettir dike û bang li aliyên eleqedar kir ku bilez destwerdanê bike, mûçeyan serf bikin û zehmetiyên berdewam bi dawî bikin.

Li parêzgeha Hesekê jî karkerên berê yên beşa petrolê xwepêşandan li dar xist. Karmendên peymana wan bi dawî bûne li çatrêya bajarê Tirbespiyê yê rojhilatê Qamişloyê rêya M4 li pêş tankerên veguhastina petrolê girt û daxwaza vegera li kar û tesbîtkirina peymana wan di şîrketên petrolê yên li herêmê de kir.

Xwepêşandêran got ew berê nêzî hezar karker di bîra Ewdê de dixebitîn û got wan ji 2012’yan beriya vê dawiyê peymana wan bi dawî bibe dixebitîn.

Karkeran da zanîn ku wan ji Gerînendeyê Şîrketa Sûriyê ya Petrolê Yûsif El Qeblawî û cîgirê Parêzgeha Hesekê Ehmed El Hîlalî soz wergirtin ku ew entegreyî karkerên nû li şîrketa petrolê ya li herêmê bibin.

Xwepêşandêran destnîşan kir ku wan 3 mehan li gel şîrketa Amerîkayê dest bi xebatê kir, lê peymana wan bêyî tu sedemên werin zelalkirin hatin bidawîkirin.

(f)

ANHA