Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir

Berî çend kêliyan Mihricana 9ˊemîn a Zarokan li Hesekê dest pê kir. Di mîhrîcanê de 10 komên  hunerî beşdar in.

Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
Li Hesekê Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan dest pê kir
18 tebax 2024   20:41
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana 9ˊemîn a Zarokan bi dirûşma "Bi ruhê zarokên şoreşê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin" li ser asta bajarê Hesekê û bajarokên wî li dar xist. Mîhrîcan li hola Serdem a taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê li dar ket.

Di mîhrîcanê de bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn. Di serî de rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Şînda Hesen got vê mîhrîcanê diyarî Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê dike.

Şînda Hesen diyar kir ku zarok pêşeroja civakê ne û tevî hemû zehmetiyan jî mîhrîcanên wiha li dar dikevin.

Piştre komên hunerî stran û şano pêşkêş kirin. Mihrican bi gerandina govendan bi dawî bû.

Dê di roja yekê de 10 komên hunerî beşdar bibin. Ew jî ev in: koma stranan a şehîd Çirav, koma govendê ya Gupikan, koma stranan a Ebdulmesîh Qirbaş, koma Kulîlk, koma şehîd Mervan, koma şehîd Weid, koma şehîd Serhed, koma şehîd Çinar, koma şehîd Ekrem û helbestvan Xelef Mulhim.

Dê sibe jî 18 komên hunerî beşdar bibin.

(mh)