Hevyazbariya Giştî ya Hemaheniya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket

Hemaheniya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo pêşkêşkirina hevyazbariya giştî ya sala xwendina ya 2024-2025ˊan û mercên qebûlkirina xwendekaran ji 24 heya 31ˊê Tebaxê dem veqetandiye.

Hevyazbariya Giştî ya Hemaheniya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket
18 tebax 2024   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya sala xwendinê ya 2024-2025ˊan radigihîne. Hemû fakulte û peymangehên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Peymangehên Amadekirina Mamosteyan ên girêdayî Desteya Perwerdeyê, Peymangeha Tenduristî ya Desteya Tenduristiyê û Peymangeha Bilind a Hunerê ya Desteya Çandê li Kantona Cizîrê di nava xwe de digire.

Navendên tomarkirina hevyazbariyê li ser çar navendên sereke belav dibin; ew jî ev in:

Qamişlo, Hilêliyê, avahiya sereke ya Zanîngeha Rojava.

Rimêlan,  avahiya Fakulteya Petrol û Petrokîmyayê.

Kobanê,  avahiya sereke ya Zanîngeha Kobanê.

Reqa, avahiya sereke ya Zanîngeha Şerq.

Şehba, Ehdas, Navenda KPCˊê.

Kaxez û belgeyên tomarkirinê yên pêwîst ev in:

Wêneyê nasnameyê yan jî tomarname (ixracqeyd) an jî belgeya danasînê ji  bo yên bêqeyd (mektûm).

8 Wêneyên kesayetî yên nû.

Rûnivîsa resen ji bawernameya amadeyî (bekelorya) û rûnivîseke wê ya pesendkirî.

Belgeyek ji komînê.

Belgeyek ji meclisa malbatên şehîdan. Ev yek girêdayî zarok, xwişk, bira, dê, bav û hevjîna şehîd.

Belgeyek ji erka xweparastinê ya xwendekarên xort ên  ku jidayikbûna wan  di navebra salên 1998, 1999, 2000,2001, 2002, 2003ˊan de be.

Qonax û awayên rêveçûna pêşkêşkirina ji hevyazbariyê re:

Dema tomarkirina xwendekaran li navendên hevyazbariyê di 24.08.2024ˊan dest pê dike  û  di 31.08.2024ˊan de bi dawî dibe.

Ezmûn dê bi sîstema otomatîzê (etmetê) ji bo xwendekarên beşa zanistî  ya materyalên (bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî) di 02.09.2024ˊan de, seat 10:00ˊan li navendên ezmûnê bê çêkirin (cihê pêşkêşkirina ezmûnê dê di demeke din de bê destnîşankirin).

Ezmûn dê bi sîstema otomatîzê ji bo xwendekarên beşa pîşesazî,  ku her pisporiyek li gor materyalên xwe di 03.09.2024ˊan de, seat 10:00ˊan li navendên ezmûnê  ji wan re bê çêkirin (cihê pêşkêşkirina ezmûnê dê di demeke din de bê destnîşankirin)..

Encamên ezmûnan  dê di 07.09.2024ˊan de bên ragihandin.

Piştî derketina encaman; navendên hevyazbariyê dê pêşwaziya xwendekaran di navbera 09.09 û 19.09.2024ˊan de ji bo tomarkirina xwestekên xwe (15 xwestek) bikin.

 Belavkirina li ser beşan dê li gor xwesteka xwendekar, pîvanên hevyazbariyê û karîna girtina her beşekê ya ji xwendekaran re be.

Korsek perwerdekirinê dê ji bo Fakulteya Endazyariya Avahîsazî û  û Beşa Hunerên Bedew di navbera 09.09 û 12.09.2024ˊan de çêbibe.

Ezmûna hevdîtinê ji bo beşên ku pêwîstî bi hevdîtinê heye, dê di navbera 16.09 û 21.09.2024ˊan de bê çêkirin.

 Encamên hevyazbariyê dê di 25.09.2024ˊan de bêne ragihandin.

Xwendekaran di beşên ku bi dest xistine de, dê di navbera 28.09 û 12.10.2024ˊan de piştî ragihandina encamên dawî bêne tomarkirin.

Dewama fermî ya xwendekarên nû di 05.10.2024ˊan de dest pê dike.

Têbînî:

Ji bilî xwedan bawernameyên sala xwendinê (2023-2024) yên ku xwe di beşeke Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yan jî di Peymangehên Amadekirina Mamosteyan (Desteya Perwerdeyê) de yan jî di Peymangeha Tenduristî (Desteya Tenduristiyê) de tomar kiriye,  ji mafê xwedan bawernameyên kevn e yên dibistanên Rêveberiya Xweser di hevyazbariyê de serlêdanê bikin û xwe tomar bikin û paşê rêjeya pejirandinê tê destnîşankirin.

Xwendekarên serkeftî (ên yekem di her beşê de) ji dibistanên amadeyî ên pîşeasazî li gor pisporî û beşên ku zanîngehê ew destnîşan kirine, rasterast bêyî hevyazbariyê di zanîngehê de tên pejirandin.

Xwendekarên serkeftî (ên yekem di her beşê de) ên Peymangehên Pîşeyî yên girêdayî Rêveberiya Perwerdehiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gor pisporî û beşên ku zanîngehê ew destnîşan kirine rasterast bêyî hevyazbariyê di zanîngehê de tên pejirandin.

(fr)