’Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e’

Şêniyên kantona Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan got, ew di pratîkkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi israr in û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê tê bikoşin.

’Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e’
19 tebax, 2024   03:35
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Şêniyên kantona Tebqayê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku têkoşîna azadiya wî ya fîzîkî bidomînin.

Şêniyê bi navê Mihemed Esker diyar kir ku gelên herêmê di praktîkirina fikra neteweya demokratîk de bi israr in û got: "Me di ramanên Rêber Abdullah Ocalan de aştî dît. Em hewl didin wê di nava pêkhateyan de belav bikin."

Esker bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin bila dawî li tecrîdê bîne û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bike.

Şêniya bi navê Edle El Ekiş jî bi bîr xist ku jinan bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, ji koletiyê rizgar bûn û destekftî bi dest xistine.

Edle bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê jî pirsî û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîna gelên xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derketine, bişikîne. Lê hewldanên wê bi bin ketin. Têkoşîna gelê herêmê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e."

Şêniya bi navê Emîre Hemo jî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku demildest tev bigerin, fişarê li  dewleta  Tirkiyeyê bikin bila tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Emîre îşaret pê kir ku dê ji bo dengê xwe bighînin cihanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, di nava çalakiyan de bin.

(şx)

ANHA