Li Hesekê li ser pêşketinên siyasî li Sûriyeyê panel hat lidarxistin

Partiya El Weten El Sûrî li Hesekê der barê pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê penelek li dar xist. Di panelê de gotûbêjên berfireh li ser rewşa heyî, danûstandinên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re, destwerdanên herêmî û rola Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) di siberoja Sûriyeyê de hatin kirin.

16 mijdar, 2025   14:40
HESEKE

Partiya El Weten El Sûrî li bajarê Hesekê panelek bi sernavê "Analîzek li ser pêşketinên dawî yên siyasî li Sûriyeyê û bandorên herêmî û navneteweyî" li dar xist. Rendamê Desteya Serokatiyê û hevserokê Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hesen Mihemed Elî di panelê de axivî.

 Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit, nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen, rûspiyên eşîran, çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan tev li panelê bûn.

Piştî deqeyek rêzirtinê hevserokê MSD Mehmûd El Mislit axivî, xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku Sûriyeyê di serdemek pir dijwar re derbas dibe, lê derbaskirina wê rewşê bi yekîtiya hêzên neteweyî û hişmendiya civakî pêkan e.

El Mislit got, "Em naxwazin ji ronahiyê ber bi tariyê ve biçin. Em Sûriyeyek dadmend û demokratîk, Sûriyeyek nenavendî dixwazin."

Piştre endamê Desteya Serokatiyê û hevserokê Ofîsa Têkiliyên MSD`ê Hesen Mihemed Elî, analîzek dîrokî ya kûr li ser pêvajoya siyasî ya li Rojhilata Navîn pêşkêş kir.

PAŞKETINA ROLA TIRKIYEYÊ

Mihemed Elî destnîşan kir ku bandoreke eşkere ya veguherînên mezin ên li herêmê di sedsala borî de hebû. Her wiha da zanîn ku projeya heyî hewl dide ku sînoran ji nû ve xêz bike û rêyên aborî yên nû peyda bike.

Mihemed Elî bal kişand ser bilindbûna rolên Siûdî û Îmaratê û kêmbûna rola Tirkiyeyê. Her wiha diyar kir ku Tirkiyeyê fêm kir ku rola wê ya kevin bi dawî bûye, û Îsraîl di hevkêşeya herêmî de bûye aktorê navendî.

Mihemed Elî eşkere kir ku herêm ber bi projeyek nû ve diçe ku Peymana Sykes-Picot derbas dike, û Sûriye dê venegere dewletek navendî wekî berê, lê dê li şûna wê veguhere gelek herêmên aborî.

DERBASKIRINA LAWAZIYAN

Derbarê Rêveberiya Xweser de, Mihemed Elî diyar kir ku rêveberiya Xweser hewil dide lawaziyan derbas bike, lewma ji bo yekitiya kurdan xebitî û konferansa yekrêziya kurdî li dar xist, her wiha konferansa pêkhateyan li Hesekê li dar xist, û ji pêşxistina têkiliyan bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re Peymana 10`ê Adarê pêk anî. Mihemed Elî bal kişand ser girîngiya hebûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ji bo pêkanîna hevsengiya siyasî û da ku şerekî din li welat rû nede.

Piştî axaftinê beşdarên panelê pirs û nerînên xwe li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê anîn ziman, bi taybetî di der barê pêvajoya danûstandinan bi Şamê re, destwerdana Tirkiyeyê di biryarên Sûriyeyê de, û helwestên hêzên navneteweyî li ser rewşa Sûriyeyê û hikûmeta heyî. Her wiha beşdaran bal kişand ser rola QSD`ê di avakirina siberoja Sûriyeyê de.

(k)