Rûsya kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand

Rûsya ragihand ku hêzên wê li başûrê Ukraynayê 2 bajarok kontrol kirin.

Rûsya kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand
16 mijdar, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ku li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, ragihand ku hêzên wê bajarokên Rovnopolye û Malaya Tokmashka yên herêma Zaporizhzhia ya başûrê rojhilatê Ukraynayê kontrol kirin.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wê li gelek eniyan pêşdeçûnên xwe didomînin.

(bb)