Bihabûna sotemeniyê jiyana welatiyan felc kiriye

Şêniyên bajarê Hesekê ji ber bihabûna madeyên sotemeniyê bê çare mane û nikarin jiyana xwe ya rojane bi asayî dibomînin.

Bihabûna sotemeniyê jiyana welatiyan felc kiriye
26 hezîran, 2026   03:45
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Buhayê mazotê liv û tevgera şêniyan gelekî sînordar kiriye. Kirîna avê, elektirîk, çûyîn û hatin zehmettir bûye. Piştî ku mazot biha bû, xwediyên erebeyên kirê protesto kirin û nema derketin kar. Hîna xwepêşandanên wan didomin û nerazîbûna xwe tînin ziman. Peydakirina avê ji berê zehmettir bûye, şênî ji tankên avê pêdiviya xwe ya avê pêk tînin û av jî gelekî biha bûye.

Şêniyên Hesekê der barê rewşê de ji ajansa me re axivîn û got nema dikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

Mistefa El Hemada diyar kir piştî mazot biha bû rasterast bandor li ser rewşa xizmetguzariyê kir û wiha lê zêde kir: “Welatî nema dikarin barê giran rakin. Elektrîk, av û kirêya erebeyan ji carekê ve gelekî zêde biha bû. Jixwe ne tenê madeyên sotemeniyê biha bûne, nema têne peydakirin.”

El Hemada anî ziman ku buhayê tanka avê ji 35 hezar lîreyê Sûriyeyê bûye 70 hezar lîre û wiha pê de çû: “Kirçya rêya navbera Şam û Hesekê bûye derdora 400 hezar lîre. Xwediyên jeneratoran niha saetekê elektrîkê didin, çend saetan li ser hev qut dikin. Di saetên nîvro de elektrîk nîn e û êvarê jî ji saet 19:00-23:00 elektrîkê didin.”

Mecdolîn Hesen jî got: “Gelek malbat hene nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Her tişt biha bûye, tu ji avê bigire, elektrîkê, nan, heyanî kirêya rê. Xwediyên jenaratoran jî agahî dan me ku heke rewş wisa dewam bike divê elektrîkê bi temamî qut bikin û ji ber mazot biha bûye nema jenaratoran vêxin. Kirêya rê ji 15 hezar lîreyî bû 25 hezar lîre.”

Mihemed Îbrahîm jî wiha axivî: “Ev bi salan e av li Hesekê nîn e û em avê dikirin. Piştî mazot biha bû buhayê avê jî zêde bû. Êdî pereyên me têra kirîna avê nakin. Pirsgirêka avê, elektrîkê û kirêya rê, hemû bi hev re çêbû û vê yekê gelekî bandor li jiyana me kiriye. Jiyana me felc bûye û em êdî nema dikarin tev bigerin an jî pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Gerînendetiya Madeyên Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê 21`ê Hezîranê ragihand ku buhayê lîtreya benzînê ji 450 lîreyî bûye 55 sentê amerîkî. Li bazara reş jî lîtreya benzînê ji 5 hezar û 650 lîreyî bûye dolarek. Her wiha buhayê mazota jenarator û firinên giştî jî diyar kirin. Lîtreyek bi 125 hezar lîre ye û li bazara reş jî lîtreya mazotê di navbera 75-88 sentan de ye.

(np)

ANHA