Li Hesekê 110 tabloyên 35 şêwekaran hatin pêşandan

Bi dirûşma "Ji bo piştgiriya behreyên ciwanan" li Hesekê 110 tabloyên hunerî yên 35 şêwekarên bajêr ku bi rêya tabloyên xwe rastiya jinan û kultûra herêmê vediguhêzin, hatin pêşandan.

17 kanûn, 2023   20:01
HESEKÊ

Bi dirûşma "Ji bo piştgiriya behreyên ciwanan", îro pêşangehek li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Muftî ya Hesekê hat lidarxistin û tê de 110 tabloyên 35 şêwekaran hatin pêşandan. Di tabloyan de rastiya jinan û cilûbergên folklorî yên herêmê hatin nîşandan.

Şêwekar Xezne Ebûd nêzî 45 tabloyên biçûk û mezin û 35 tabloyên ku bi destan hatina çêkirin û berhemên şêwekariyê yên der barê folklore de pêşkêş kirin.

Di merasîma vekirina pêşangehê de hunermend, rewşenbîr, wênesaz û endamên Navenda Çand û Hunerê beşdar bûn û çaverê ye pêşangeh 2 rojan bidome.

Di pêşangehê de koma Xabûr stranên welatparêzî gotin.

(mh)

 ANHA