Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye

Bi semînerên der barê çîrokan nivîskaran û plankariyê de, her wiha xwendina helbest û çîrokan bi zimanê Erebî Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner di roja 3′yan de ye
17 kanûn, 2023   19:58
QAMIŞLO

9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) VE tê birêvebirin, li navenda HRRK`ê ya Qamişloyê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Endamên saziyên rewşenbîrî, dezgehên ragihandinê, nivîskar û helbestvan li mîhrîcanê amade bûn.

Di mîhrîcanê de ji aliyê nivîskar Konê Reş semînerek bi sernavê `çîroka min bi nivîsandinê re` û semînerek ji milê nivîskar û helbestvan Selah Elaedîn Seyda ve ser mijara `serjimarî û plankirin` hatin dayîn.

BI PÊŞENGÊN NIVÎSA KURDÎ BANDOR BÛ

Konê Reş (70) diyar kir ku gundê wî yê bi navê Doda ya girêdayî Qamişloyê jê re weke dunyayekî biçûk bû hetanî derbasbûna çend salan ji temenê wî jî ew tenê difikirî zimanê Kurdî bi tena xwe heye. piştî avakirina xeleka kontrolê ya hêzên rêjîma Sûriyeyê wî zimanê Erebî nas nedikir û wiha pê de çû: “Me li dibistanê bi zimanê erebî nizanîbû, tenê mamoste bi erebî dizanîbû. Li vê deverê pirsên min ên der barê zimanê dayikê de derketin holê, eşqa min bi zimanê min zêdetir bû.”

Nivîskar Konê Reş da zanîn ku ew di 12 saliya xwe de dev ji lîstokan berdida û berê xwe dida rûniştinên helbestvanan û wiha dom kir: “Em li taxa Xerbiyê ya Qamişloyê bi cih bûn, li dibistana bi navê Irûba xwend, min bi navê Cegerxwîn dibihîst, min ew pir meraq dikir. Ez û çend hevalên xwe me serdanan wî kir û peywendiyên me pê re xurt bûn. Paşê min Mele Hesenê Kurd nas kir. Ew jî behsa serhildan û li hember wê komkujiyên dijî Kurdan pêk dihatin dikir, piştre ji bo Osman Sebrî ez çûm Şamê, bi rêya wî min Rewşen Bederxan jî dît. Ji ber bandora van nivîskaran min di 1982`an de helbest nivîsand, ez her li pey pirtûkên bi zimanê Kurdî diketim.”

`TIŞTA GIRÎNG EW E KU MIROV BIZANE AGAHIYAN JI KU DERÊ DERXE`

Selah Elaedîn Seyda jî ser mijara xwe semîner da û destnîşan kir ku di saziyan de şopandin û plankirin heye, niha navên wan bi pêşketinê re berfirehtir dibin, dighêjin planên stratêjîk jî, dema planek ji bajarekî mezin re bê danîn, divî hejmara kesan û ji wan çi qas sûd digire bigihên destê wan, bi wê plan di asteke baş pêk tên.

Selah Eldîn Seyda da zanîn ku di dîroka kevin de jî gelek kes bi vî awayî projeyên xwe pêk tanîn di dema niha de bi roleke mezin derbasî gelek qadên jiyanê bûne û wiha dewam kir: “Serjimarî tê komkirin, tê analîzakirin û encam jê derdikeve. Girîngiya wê di aboriyê de heye, pê qada aborî çareseriyên berfireh peyda dibe. Tişta girîng jî divê mirov bizane agahiyan ji kur kom bike da ku serjimar ji projeyê re baş derkeve.”

Piştre di şevbuhêrkê de helbest bi zimanê Erebî ji hêla Îbrahîm Berekat, Iqbal Receb, Samiya Îbrahîm, Ebîr Dirêî û Merwan Şêxî ve hatin xwendin. Her wiha çîrok jî bi zimanê Erebî ji hêla Amir Ferso, Hisên Omer û Mehmûd Hesen ve hatin gotin.

Li mîhrîcanê filmê `saeta sifirê` yê ku bi derhêneriya Hewar Rihêmî ve hatiye derxistin hat pêşandan.

Rêzeçalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner dê heta 28`ê Kanûnê bidomin.

(sb)

ANHA