ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2023
18 kanûn, 2023   02:00

Hiqûqnas Mustefa Muslim destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî ‎pêk tîne, binpêkirina madeyên 4′emîn a Cinêvê ne, ji ber ku divê şênî bi xaka xwe ve girêdaî ‎bin, da ku derfetê nedin dewleta Tirk a dagirker ku demografiya herêmê biguherîne.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Di şerê li dijî DAIŞ`ê de, li eniyên pêş bû. Êl û qebîleyên Dêrazorê bi kurê dilpak hate wesifandin. ‎Hewl da fîtneya ku çeteyan xwestin di nava Dêrazorê de belav bikin, tune bike. Canê xwe kir oxira ‎xizmeta gel û bêwestan kar kir. ‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikumeta Şamê welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî ji gihandina madeyên ‎germkirina sotemenî, derman û madeyên din ên bingehîn bêpar dike. Şêniyan destnîşan kir ku ‎rewş roj bi roj xirabtir dibe.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Li Şehbayê nexweşên gurçikan ji ber dorpêça hikumeta Şamê nikarin xwe bigihînin dermanan û ‎tedawiya xwe bidomînin. Rayedarên tenduristiyê got berî ku metirsî veguherin karesateke ‎mirovî, divê dorpêç demildest bê rakirin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Xelkê Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Ehmed Şehab û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Îbrahîm Hemîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê vedişêrin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Ebdulcelîl Mihemed Îsa vedişêre û gerîlayê HPG′ê şehîd Kendal Cûdî li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi bîr tîne, saet 10:00′an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Amûdê di çarçoveya piştgiriya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwdana gelan li Amûdê de çalakiya konvedanê ya greva birçîbûnê li dar dixe, saet 10:00′an(BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê û Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê şevbuhêrekekê li hola Xeyme (kon) a li navçeya Til Temirê li dar dixe, saet 11:00′an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê meşeke girseyî ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji Çerxerêya Mîzan ve li dar dixe, saet 11:00′an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê di roja 4′an de li navenda HRRK′ê ya li Qamişloyê li dar dixe, (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA