Hikumeta veguhêz ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne

Nûrî Şêxo diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne û got ev nêzîkatî li dijî rêgezên yekitiya nîştimanî û dûrî nirxên mirovahiyê ye.

Hikumeta veguhêz ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne
13 kanûn, 2025   04:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Nûrî Şêxo têkildarî rewşa her du taxan ji ajansa me re axivî.

Nûrî Şêxo destnîşan kir ku bi ketina rejîma Baasê re gelê Sûriyeyê siberojeke ronak ji civakên sûriyeyî re ku bi hev re dijîn, hêvî kir.

Şêxo nerazîbûn nîşanî siyaseta hikumeta veguhêz da û bi bîr xist ku hikumeta veguhêz nûnertiya adilane ya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger nekir, li şûna ku bi berpirsyariyên xwe yên nîştimanî yên li gorî temsîliyeta hemûyan tev bigere zihniyeta yek alî dimeşîne. Ev jî fikaran li ser siberojê zêdetir dike.

Şêxo diyar kir ku hikumeta veguhêz xîtaba kîndariyê teşwîq dike û muxalifên xwe wek dijmin nîşan dide û got ev yek li ber avakirina yekitiya nîştimanî digire û nakokiyan kûr dike.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefyiyê îşaret pê kir ku der barê girtina berpirsyariya yekitiya welat û nirxên neteweyî de di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî de cudahî heye û da zanîn ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwedî rihekî welatparêziyê ye, helwesta wan li hemberî şêniyên Dêrazorê erênî bû ku bermahiyên şer û wêraniyê li bajar rakirin.

Şêxo bi domdarî got: "Di wextekî de ku Rêveberiya Xweser û QSD bi rihê welatparêziyê tev digerin û nirxên yekitî û mirovahiyê diparêzin, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Ev nêzîkatî li dijî rêgezên yekitiya nîştimanî ye û dûr nirxên mirovahiyê ye."

Nûrî Şêxo destnîşan kir ku ambargoya li ser her du taxan bandorê li hemû qadan dike û diyar kir ku ji ber ambargoyê pirsgirêkên mezin ên aborî, pîşesazî, civakî, jiyanî û tendurîstî çêbûn û ev agahî dan: "Di vê dawiyê de jî ji ber tunebûna sotemeniyê ya ji bo xebitandina jenartoran postxaneya taxa Eşrefiyê ku internêtê dide gelek taxan ji xizmetê derket."

Şêxo bal kişand ser peymana 1’ê Adarê ya di navbera meclisa her du taxan û hikumeta veguhêz de û da zanîn ku nûnerên hikumeta veguhêz soz dabû ku dê rêya Dêr Hafirê vekin, di heman demê de lihevkirin li ser pêkanîna hevdîtinan bi rêya komîteyên hevbeş ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî de çêbibûn û got: "Vekirina rêya Dêr Hafirê li pêşiya ragihandinê û raya giştî têrê nakê. Gelo çi fêdeya vekirinê rê ye eger rê nedin sotemenî derbas bibin? Çi fêdeya vekirina rê ye eger ruşwet û gumrik û bance li ser rêwiyan tên ferzkirin? Madem ev kiryar li dijî lihevkirinan e, wê demê em nikarin bêjin ku çûn û hatin bi serbestî ye."

Nûrî Şêxo diyar kir ku heya niha hikumeta veguhêz tu sozên xwe yên ku di gera dawîn a 21’ê Cotmeha borî  de ya di çarçoveya pêkanîna peymana 1’ê Nîsanê de bi cih neanîne.

(b)

ANHA