Li Hemayê teqînek çêbû, 2 kes birîndar bûn

Di teqîna bermahiyên şer li nava zeviyên çandiniyê yên derdora bajarê Letamîne yê bakurê Hemayê de 2 kes birîndar bûn.

Li Hemayê teqînek çêbû, 2 kes birîndar bûn
18 sibat, 2026   16:45
HEMA

Îro, di encama teqîna bombeyekê ji bermahiyên şer li nava zeviyên çandiniyê yên derdora bajarê Letamîne yê gundewarê bakurê Hemayê de 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan ji nûçegihanê me re ragihand ku dema her du kes li nava zeviyan bûn teqîn çêbû, ew her du birîndar bûn û rakirin navendên tibî.

Li deverên gundewarê Hemayê bûyerên wiha yên ji ber bermahiyên şer ên neteqiyayî dubare dibin, ew jî li ser jiyana sivîlan xeteriyekê çêdike.

(fr)