Şandeyek Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir

Şandeyek Zanîngeha Rojava di hevdîtina Parêzgarê Hesekê de mekanîzmayên entegrakirina beşên xwendinê yên taybet û giştî, rêbazên birêxistinkirinê û wergerandina meteryalan, dozên perwerdê yên girêdayî herêmê nîqaş kirin.

Şandeyek Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir
Şandeyek Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir
Şandeyek Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir
18 sibat, 2026   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Zanîngeha Rojava serdana navenda Parêzgeha Hesekê kir, bi Parêzgar Nûredîn Ehmed re hevdîtin û erka wî pîroz kir.

Di hevdîtinê de mekanîzmayên entegrakirina beşên xwendina taybet û giştî, rêbazên birêxistinkirinê, wergerandina meteryalan, hejmarek dozên girêdayî rewşa perwerdê ya herêmê weke kêmbûna pisporiyan di zanîngehên bajarê Hesekê de, nîqaş kirin.

Parêzgar diyar kir ku ew amade ye alîkariyên guncaw ji bo danîna plana zelal a entegrakirina saziyên perwerdê yên zanîngehê, li gorî rêzikname û qanûnên derbasdar pêşkêş nikr û pesnê hewldanên xebatkarên perwerdehiyê di warên curbicur de di demên berê de, tevî rewşên awarte yên ku welat tê re derbas bû, da.

Di dawiya serdanê de şandeyê ji bo spasiya hewldanên parêzgar mertalek bîranînê pêşkêş kir.

(fr)