Hejmarek din ji malbatên kampa Holê birin gundewarê Helebê

Hejmarek din ji malbatên li kampa Holê mane û di nav de malbatên çeteyên DAIŞˊê jî hene birin gundewarê Helebê.

Hejmarek din ji malbatên kampa Holê birin gundewarê Helebê
18 sibat, 2026   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku hejmarek din ji malbatên li kampa Holê ya gundewarê Hesekê mane û di nav de malbatên çeteyên DAIŞˊê jî hene birin gundewarê Helebê. 

Çavkaniyan bi bîr xist ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya kamyon û erebeyên barhilgir 400 kes ji jin û zarokan veguhastin herêma Axterîn a gundewarê Helebê.

Duh jî karwanek ji 6 kamyonan ku nêzî 300 kes tê de bûn gihîşt deverên gundewarê Helebê yên li nêzî Axterînê.

Çavdêran diyar kir ku ruxmî veguhastina van malbatan ber bi gundewarê Helebê ve, lê di vê yekê de nezelalî heye.

Çavdêran diyar kir ku tevî veguhastina van malbatan ber bi gundewarên Helebê jî, pêvajoya veguhestinê û tedbîrên ku ji bo nerevandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin, di nav nezelaliyê de ye, û gelo veguhestina ji cihekî bo cihekî din an jî hewldanek ji bo hêsankirina revîna van malbatan e?

(fr)