Li Helebê roja 3`yan a berxwedanê: Çi çêbû

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di roja 3`yan a berxwedanê de, pevçûnên herî dijwar çêbûn. 4 êrişên komên çeteyan hatin têkbirin, tankek hat rûxandin, 5 dron hatin xistin û gelek çete hatin kuştin.

Li Helebê roja 3`yan a berxwedanê: Çi çêbû
8 ÇILE, 2026   16:23
HELEB

 Êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan ên ku 6`ê Çileyê dest pê kirin, di roja 3`yan de berdewam dikin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine û agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kirin, komên çeteyan ji gelek aliyan ve bi topên obus û hawanan, tank, fûze, dron û çekên cur be cur hewil dan bikevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Li hemberî êrişan Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivên tund dan û êriş têk birin.

BERXWEDANA LI ENIYÊN TAXAN

Di saetên serê sibehê de çeteyan hewil dan bikevin her du taxan, lê Hêzên Ewlekariyê û gel bersivên tund dan, êriş têk birin û çete paş de vekişiyan.

Dîsa li taxa Benî Zêd çeteyan bi çekên giran êriş pêk anîn, lê ev êrişa wan jî ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hat têkbirin. Di pevçûnên li vê herêmê de 2 dronên çeteyan hatin xistin.

Di saetên piştî nîvro de jî çeteyan ji aliyê taxa Siryan ve bi çekên giran êriş kirin, li ser vê yekê Hêzên Ewlekariyê bersiv dan û êriş têk birin.

Piştî vê êrişê çeteyan careke din li taxa Siryan êriş pêk anîn, di pevçûnên ku derketin de 4 çete hatin kuştin û êriş hat şikandin. Li vê eniyê pevçûn berdewam dikin.

Li devera Leyremûnê jî çeteyan bi tank, dron û çekên giran êriş pêk anîn, li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariyê pevçûnên tund derketin, di pevçûnan de 3 dronên çeteyan hatin xistin û 4 çete hatin kuştin. Li vê eniyê pevçûn berdewam dikin.

Li taxa Kastîlo çeteyan di saetên piştî nîvro de careke din êriş pêk anîn, Hêzên Ewlekariyê jî li vir bersiva tund dan û tankek çeteyan rûxand.

Li eniyên Kastîlo, Suryan, Benî Zêd û gelek deverên din şer û pevçûn berdewam dikin. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Komên çete yên ku windahiyên giran didin, bi çekên giran cihên sivîlan bi awayeke bê ser û ber topbaran dikin.

(sb/a)

ANHA