Di êrişên komên çete de kesekî din şehîd bû

Di topbaran û êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Helebê de welatî Hikmet Toşo şehîd bû.

Di êrişên komên çete de kesekî din şehîd bû
8 ÇILE, 2026   16:19
HELEB

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, di êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de welatî Hikmet Toşo (27) şehîd bû.

Bi wê re hejmara şehîdan êrişên dijî taxên Helebê derket 10 kesan û birîndar bûn 64.

(fr)