Li gundewarê Şamê zêrkerek hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn

Li taxa E Beyadir a Ceremana, li gundewarê Şamê, zêrkerek hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn.

Li gundewarê Şamê zêrkerek hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn
5 mijdar, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku li taxa El Beyadir a Ceremana, li gundewarê Şamê, kesên çekdar, zêrkerê bi navê Îlyas El Baba "Ebû Cozêf" kuştin û pereyên wî dizîn.

Ev sûc di nav şêniyan de bû sedema nerazîbûnek berfireh.

Li deverên di  bin kontrola hikumet veguhêz a Sûriyeyê de, kiryarên tundî, kuştin û tevliheviya ewlehiyê zêde bûne.

(k)