WHO`ê hişyarî da: Pergala tenduristiyê li Sûriyeyê têk diçe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku kêmbûna piştgiriya darayî bandorê li pergala tenduristiyê ya Sûriyeyê dike û bi milyonan kes bê derman û xizmetên bijîşkî yên bingehîn dimînin û xetereya belavbûna nexweşiya kolerayê zêde dibe.

WHO`ê hişyarî da: Pergala tenduristiyê li Sûriyeyê têk diçe
5 mijdar, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirseke WHO`yê ragihand ku ji nîvê sala 2018`an vir ve ji ber kêmkirina fînansmanê bandor li 417 dezgehên tenduristiyê yên li Sûriyeyê bûye, di heman demê de 366 dezgehan xizmetên xwe rawestandine yan kêm kirine.

Nûnera WHO`yê ya Sûriyeyê Kristina Bethke, di civîneke çapemeniyê ya li Cinêvê de axivî û got: "7.4 milyon kes zehmetiya xwegihandina dermanan û dermankirinê dikişînin.”

Kristina Bethke destnîşan kir ku tenê di du mehan de, kêmkirina fînansmanê bûye sedem ku 210 hezar îhaleyên bijîşkî û 122 hezar şêwirmendiyên tenduristiyê nehatine pêkanîn, 13 hezar û 700 zayîn bêyî alîkariya bijîşkî pêk hatine û 89 hezar kes ji şêwirmendiyên tenduristiya derûnî hatine dûrxistin û got: "Tenê ji sedî 58`ê nexweşxaneyan û ji sedî 23`yê navendên tenduristiyê dixebitin.”

Kristina Bethke da zanîn ku nêzî 3 milyon kes li deverên ku derman, personel û binesazî lê kêm in dijîn, ev yek jî pergala tenduristiyê ya qels dixe bin barekî giran.

(k)