Li giraveke Spanyayê rewşa awarte

Piştî ku zêdetirî 3 hezar û 300 penaber gihaştin girava El Hierro ya Spanyayê, rewşa awarte li giravê hat ragihandin.

Li giraveke Spanyayê rewşa awarte
7 mijdar, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka vê Mijdarê (2026) ve zêdetirî 3 hezar û 300 penaber bi nêzîkî 30 qeyikan xwe gihandin beravên girava El Hierro ku beşek ji arşîpela Giravên Kanaryayê ye. Ji ber vê yekê rewşa awarte li giravê hat ragihandin.

Serokê meclisa giravê Albido Armas ji medyaya Spanyayê re got ku zêdebûna ji nişka ve ya hejmara penaberan bû sedem ku rayedar rewşa awarte ragihînin da ku bersivê bi saziyên hikûmetê yên têkildar re hemahengiyê bikin.

Serokê meclisê diyar kir ku rayedar ji bo bicihkirina demkî ya penaberan dixebite û da zanîn ku şert û mercên li nexweşxaneya giravê gihîştine asteke neguncaw.

(bb)