Eisenkot ji bo avakirina hikumeta Îsraîlê hat erkdarkirin

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Gadi Eisenkot ji bo avakirina hikûmeta nû hat erkdarkirin.

Eisenkot ji bo avakirina hikumeta Îsraîlê hat erkdarkirin
7 mijdar, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokê Îsraîlê Ishaq Herzog îro bi fermî serokê partiya Yesh Atid, Gadi Eisenkot ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.

Eisentok, piştî civînên serokê Îsraîlê yên bi nûnerên partî û blokên parlamentoyêo yên di hilbijartinên dawî de kursî bi dest xistine, li şûna hikûmeta Benjamin Netanyahu hat tayînkirin.

Eisenkot ji 120 endamên Knessetê 67 deng qezenc kiribû, lê 46 endamên ku piştgirî dabûn Netanyahu.